Kanûn 29, 2022 13:47 Asia/Tehran
  • Umer Gulpî: Bûceya Iraqê ya sala 2023an amade ye

Umer Gulpî endamê parlimana Herêma Kurdistana Iraqê got ku Iraqê hind dirav heye ku ne tenê dikare bihaya dînarê ragire û kontrol bike belkî niha bûceya welêt di sala 2023an da misogerkirî ye.

Umer Gulpî endamê parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Ser bingeha hemî pîvanên zanistî, nika herî kêm heta saleke din rewşa darayî ya Iraqê zor baş e û dikare bihaya diravê xwe jorda bibe û bûceya xwe jî dabîn bike, eva jî derfeteke zêrîn e ji bo Herêma Kurdistanê ta ku ji wehma abora serbixwe derkeve û bi Bexdayê ra li hev were û sûdê ji vê şîyana darayî ya baş wergire.

Wî herwiha got: Bazara dirêv jî weke hemû kel û peleke din girêdayîyê daxwaz û raberkirinê ye û herwiha rewşa derûnî ya welatîyan jî bandorê li vê yekê dike, lewma her nûçeyeke sîyasî dikare bo midehekê bandorê li bihaya dirêv bike lê cara dawîyê ji ber ku Banka Navendî biryar da, ser vî esasî Iraq vê gavê ji daketina bihaya diravê vî welatî dûr e.

Umer Gulpî herwiha amajeyî vê yekê kir ku ew hêvîdar e sîyasetvan bi daxûyanîyên xwe zîyanê negihînin welatîyên hejar.

 

 

Serepeyv