Mehma Xelîl, civîna li ser pêşnumaya bûdceya 2023’an erênî nirxand
Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parlemana Iraqê got: Civîna komîsyonên teknîkî û siyasî yên Bexa- Hewlêrê piraniya pirsgirêkên derbarê pêşnumaya bûceya 2023’an de çareser kirine.
Mehma Xelîl, Nûnerê PDK’yê li parlemana Iraqê got: Bûceya giştî ya sala 2023’an a Iraqê têkildarî pirsgirêkên di navbera dewleta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî yê ji bûceya îsal ciyawaz be, ji ber ku civînên komîstyonên teknîkî û siyasî piraniya pirgirêkên navbera her du aliyan çareser kirine û PDK baş dizane ku pejirandina berwext a bûceya giştî ya Iraqê xwestekeke gelanî û mafeke destûra bingehîn e lewma hertim ser pêknaîna komîsyonên teknîkî û siyasî ji bo çareserkirinas pirsgirêkên derbarê pêşnumaya bûceyê de teqez dikir.
Xelîl her wiha got: Hewlêr ser vê bawerê ye ku divê em rêzê ji hikmên Dadgeha Federal a Iraqê bigirin û pêwîst e, ew cih werin. Lê berûlayên siyasî yên biryara vê dadgehê derbarê hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê pirtir ji berûlayên wê yên hiqûqî ne, lê dîsa jî hemî hewildana xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi kar tîne û bê guman tu pirsgirêkeke kûr derbarê vê yekê de tinebe.