Teqînek li depoya çekên amerîkî li Hewlêrê qewimî
Kanûn 18, 2022 16:57 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan qala qewimîna teqînekê li depoya çekên amerîkî li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Li gorî rapora Tasnim News'ê, Berbanga Yekşemiyê teqîneke mezin li navçeya Kanî Qirjaleyê ya ser bi herêma Xebatê li parêzgeha Hewlêrê qewimî.
Kanala Saberin News'ê li Telegramê di vî warî da nivîsî: Zanyariyên seretayî nîşan didin ku ev bûyer di encama teqîna depoya çekan a ayîdî hêzên amerîkî û Pêşmerge da qewimiye.
Li gorî vê rapor, ev teqîn li navendeke hînkirinê û depoya çekan a bikarhatî ji aliyê hêzên Amerîkayê yên dagirker ji bo fêrkirina hêzên Pêşmerge li Hewlêrê qewimî.