PDK: Sûdanî qedexeya hinardekirina nift û gaza Herêma kurdistanê rawestand
Endamê Partiya Demokrta a Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku Serokwezîrê Iraqê cihanîna hikmê Dadgeha Federal a Iraqê derbarê qedexeya hinardekirina nift û gaza Herêma kurdistanê rawestandiye.
Wefa Muhemed, di gotûbêja bi radyo El-Merbedê ya Iraqê re got: Muhemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê ferman da ku kiryarên têkildarî qonaxên cihanîna hikmê Dadgeah Federal derbarê qedexetiya hinardekirina nift û gaza herêma Kurdistanê heta pejirandina qanûna nift û gaza Iraqê werin rawestandin.
Muhemed ev kiryar wek pêngaveke erênî ya Sûdanî piştî wergirtina posta serokwezîrtiya Iraqê zanî.
Piştî rawêjkarî û gotûbêja taxima Herêma Kurdistana Iraqê bi rayedarên dewleta navendî ya vî welatî re, Bexda û Hewlêr bi nêrîneke erêbnî, gotûbêjan dişopînin.