Mijdar 30, 2022 13:53 Asia/Tehran
  •  Pişka 17% ya Herêma Kurdistana Iraqê ji bûceya giştî dîsan hat dupatkirin

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Em di civînên digel hikûmeta Iraqê da tekeziyê ser terxankirina pişka sedî 17 ya Herêma Kurdistanê ji bûceya giştî dikin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand: Civînên wekîlên Herêma Kurdistanê digel Bexdayê didomin û agahîyên pêwîst raberî Wezareta Darayî ya Iraqê hatine kirin. Wî got: Em bi awayekî ciddî dixwazin ku pişka sedî ya Herêma Kurdistanê ji bûceya giştî were terxankirin û hewil didin di vî warî da bi dewleta Iraqê ra li hev bikin û me têkilî bi hemî alîyan ra heye û desteya Herêma Kurdistanê jî heta bidestxistina encama teqil yê li Bexdayê bimîne.

Vê hefteyê desteyeke wekîlên pillebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Dara Reşîd Wezîrê Plandananê, Kemal Mihemed wekîlê Wezîrê Çavkanîyên Xwezayî û Omîd Sebah Serokê Dîwana Kabînê û Amanc Rehîm Berpirsê Nivîsgeha Wezîran, Dr. Ebdulkerîm Xosro Serokê Dayra Hevahengî û Şopandinê, Dr. Cotyar Adil Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Navenda Ragihandin û Peywendîyan û Faris Îsa Wekîlê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê pêk hatîye, ji bo gotûbêja digel hikûmeta navendî seredana Bexdayê kir.

 

 

Serepeyv