Ebdulletîf Reşîd bi şandeya Herêma Kurdistana Iraqê re civiya
Mijdar 28, 2022 13:54 Asia/Tehran
Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd digel şandeya Hikumeta Herêma Kurdistana vî welatî civiya.
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokkomariyê ya Iraqê ragihand ku Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd li Koşka Serokkomariyê ya li Bexdayê bi şandeya Herêma Kurdistana vî welatî re civiyaye. Şandeya Hikumeta Herêma Kurdistanê ji Wezîre Plankirinê Dara Reşîd, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Muhammed Salih, Serokê Lijneya Wezîran Umît Sabah û Berdevkê Rêveberiya Herema Kurdistanê Cotyar Adil pêk hatibû.
Di daxuyaniya ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokkomariyê ya Iraqê hate dayîn de, hate ragihandin ku di hevdîtinên de têkiliyên Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî hatine gotûbêjkirin.