Mijdar 19, 2022 16:26 Asia/Tehran
  • Berpirsekî Heşda Şeibiyê:

Berpirsekî hêzên Heşda Şeibiyê ya Iraqê ragihand ku ew amade ne dijî hebûna leşkerî ya Tirkiye li Herêma Kurdistana Iraqêê rawestin û got; “Em amade ne hêzên Tirkiye yên ji nav xaka Iraqê derxînin.”

Li gorî rapora Rojnews'ê, Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê bê navber dewam dikin. Derbarê êrişên Tirkiyê de berpirsekî Heşda Şeibiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike got; “Hêzên Heşda Şeibiyê ji bo derxistina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê amadekariyên xwe temam kirine. Lê divê Hikumeta Iraqê vê ji yekê razî be. Hêz û êrişên dewleta Tirkiyê gihiştine nav xaka Iraqê, Şengalê û gelek herêmên din bombebaran dike. Ev jî binpêkirinek eşkere ya serweriya xaka Iraqê ye.”

Heman berpirsî di dawiya axaftina xwe de jî got; “Me ji Hikumeta Iraq û Wezareta Derve ya Iraqê xwestiye ji bo vê bikevin nava liv û tevgerê û tedbîrên pêwîst bigrin. Ger ev yek pêk neyê, hêzên Heşda Şeibiyê amade ne dijî Tirkiyê hêza xwe bixe nava liv û tevgerê.”

Serepeyv