Mijdar 06, 2022 19:51 Asia/Tehran
  • 12 parlamenterên din ji Parlemana Kurdistana Iraqê vekişiyan

7 parlamenterên Fraksiyona Komela Dadgerî, 4 parlamenterên Tevgera Gorranê û parlamenterekî serbixwe biryara vekişîna ji Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê dan.

Serokê Fraksiyona Komela Dadgerî Ebdulstar Mecîd îro 6ê Mijdara 2022an di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Me 12 parlamenterên Herêma Kurdistana Iraqê biryara boykotkirin û vekişîna ji Parlemana Herêma Kurdistanê da.”

Ebdulstar Mecîd herwiha got: “Em berê jî li dijî dirêjkirina vê xula Parlemanê bûn û niha jî em naxwazin bibin beşek ji karên neqanûnî yên ku hatine kirin.”

Serokê Fraksiyona Komela Dadgerî da zanîn: “Em ê bi hev re têkoşîna li dijî neheqî û gendelî û zextan berdewam bikin, da ku hilbijartin di zûtirîn dem de bên kirin.”

Pêştir jî Fraksyona Yekgirtûya Îslamî û Fraksiyona Nifşê Nû vekişîna xwe ji Parlemana Kurdistana Iraqê ragihandibûn.

Ji ber dema xula pêncem a Parlemana Herêma Kurdistanê ya qanûnî di 6ê Mijdarê de bi dawî dibe û hilbijartinên Parlemanê di roja 1/10/2022 de nehatin lidarxistin, Parlemanê roja 9ê Cotmeha borî, qanûnek pesend kir û xula xwe ya pêncemîn bo saleke din dirêj kir.

Li gor projeyasaya ku ji aliyê endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Herêma Kurdistanê, Tevgera Gorranê û parlamenterên din ên pêkhateyan ve hatiye pêşkêşkirin, Parlemana niha dê heta Payîza sala 2023an li ser karên xwe berdewam bibe.

Serepeyv