Cotmeh 15, 2022 23:47 Asia/Tehran
  • Destpêkirina hevdîtinên Sûdanî bi kurdan re derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de

Çavkaniyên agehdar ji destpêkirina gotûbêjên serokwezîrê Iraqê yê wezîfedarkirî bi kurdên Iraqê re derbarê pêkanîna hikûmetê û hevdîtina wî li gel serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê xeber da.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya El-Maluma; Ofîsa Bafel Talebanî, berpirsê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand; “Mihemed Şîa El-Sudanî” serokwezîrê bi wekalet ê vî welatî li Bexdayê pê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî vê daxuyaniyê, di vê hevdîtinê de Talebanî û El-Sûdanî derbarê plana hikûmeta Sûdanî û stratejiya wê de gotûbêjeke erênî kirin.

Talebanî di vê hevdîtinê de got: Hêvîdar im hikûmet bi nêrîneke nû ber bi rêveberiyeke baş ve biçe û şaşî û ezmûnên berê dubare neke. Ji ber ku eger nebe, dê pirsgirêkên siyasî bi rêveberiyê re tevlihev bibin û nakokî dê bibe bela welatiyan.

Talebanî her wiha got: Pêkanîna hikûmetê di vê dema hesas de berpirsyariyeke mezin e û em hemû dê piştevaniya hewlên niştimanî di vî warî de bikin.

Ji aliyek din ve, El-Sudanî jî spasiya Talebanî kir û got: Bafel Talebanî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hevkarên me yên rastgo ne û em ê bi hev re ji bo avakirina paşerojeke geştir gavan bavêjin.

Divê weregotin ku Hilbijartina serokomarê Iraqê giring e ji ber ku gava piştç wê ya parlemanê dê hilbijartina serokwezîrê wî welatî bibe. Serokwezîrê Iraqê El-Sudanî di yekem daxuyaniya xwe de piştî bi dest xistina vê erkê got: Ewê di zûtirîn dem de kabîneyê pêk bîne.

Serepeyv