Cotmeh 12, 2022 21:53 Asia/Tehran
  • Bi mûşekên katyûşayê êrîşî qada gazê ya Xor Morê kirin

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Kerkûkê, êrîşî kêlgeha Kormorê ya li navçeya Çemçemal a ser bi parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê hat kirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, bi heşt mûşekên katyûşayê êrîşî ser kêlgeha gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.

Kurdistan24ê herwiha eşkere kir, ti ziyeneke canî û maddî li kêlgeha gazê ya Kormorê derneketiye holê û berhemanîna gazê jî li kêlgehê berdewam e.

Ji aliyê din ve malpera Rudawê jî diyar kiriye ku Îro Çarşemê 12ê Cotmeha 2022an bi 3 mûşekên katyûşayê êrîşî qada gazê ya Xor Morê ya li Silêmaniyê hate kirin.

Vê malperê ji zarê şahidan ragihand ku tenê agir bi bermahiyên kargehê ketiye û ziyan dîtiye, ziyana canî çênebûye. Heta niha çavkaniya mûşekan jî nediyar e.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Çemçemalê, agir ji aliyê rêveberiya qada gazê ve hatiye kontrolkirin û ti ziyan çênebûne.

Xor Mor gundekî ser bi nahyeya Qadir Kerem ê ser bi navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ve ye ku Dana Gas û Nefta Neteweyî ya Îmaratê li wir veberhênana gazê dikin û yek ji wan deveran e ku di warê samanên xwezayî bi taybet neft û gazê de dewlemend e.

Serepeyv