Cotmeh 08, 2022 10:25 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê di bin êrişên berdewam ên Artêşa Tirkiyê de ye

Çavkaniyên nûçeyan şeva Înê (şeva çûyî) ragihandin ku balefirên şer ên Tirkiyê çend deverên li bakurê Iraqê kirin armanc êrişan.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Iraqê bi hinceta şerê li dijî PKKê Tevî hişyariyên bi caran yên rayedarên Iraqê her roj berdewam dikin.

Li gorî rapora IRNA`yê, çeperên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakûrê Dihokê bûne armanca êrişên balafirên şer ên artêşa Tirkiyê.

Her wiha devera Şarbajar a ser bi Silêmaniyê yaHerêma Kurdistanê jî bûye armanca êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirkiyê.

Der barê hûrgiliyên van êrîşan de hîn ti agahiyek nehatiye bidestxistin.

Ji 18ê Nîsanê ve (nêzîkî 70 roj berê) Tirkiyê bi behaneya şopandin û îmhakirina pêgehên PKKê dest bi dewreke nû ya êrîşan li ser deverên "Metîna", "Zab" û "Avaşîn-Basyanê" li Herêma Kurdistanê  kiriye.

Artêşa dagîrker a Tirkiye car caran jî êrişên xwe yên esmanî li ser herêmên din ên weke Şengalê li parêzgeha Nînowa ya Iraqê pêk tîne.

Di encama van êrişên artêşa tirk bi caran xelkê sivîl ê Iraqê bûne qurbanî ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Di van mehên dawî de, bi giranbûna êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Iraqê re, hin komên iraqî hewl dan bersivê bidin û li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bi asteke sînordar bertek nîşan dane.

Serepeyv