Îlon 27, 2022 09:43 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Tirkiyê parêzgeha Silêmaniyê ya Kurdistana Iraqê bombebaran kirin

Qaymeqamê navçeya Mawet ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê gundê Gelale yê navçeya Mawet a parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê bi giranî bombebaran kir.

Qaymeqamê Mawet Karwan Hesen ragihand, deverên ku dikevin sînorê gundê Gelale, ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve bi tundî hatin bombebarankirin.

Karwan Hesen eşkere kir, cihê ku dikeve sînorê gundê Gelale, du caran hat bombebarankirin.

Wî herwiha diyar kir, Baskê Qelê, Geliyê Kilawe û Geliyê Kiwêre yên li sînorê gundê Gelale, ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatin armanckirin.

Qaymeqamê Mawet eşkere kir, li cihên ku hatine bombebarankirin, zirar û ziyan hîn nayên zanîn.

Di encama êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê li ser bakurê Iraqê hejmarek welatiyên sivîl ên Iraqê hatin kuştin ku di nav wan de zarokek jî hebû.

Di van mehên dawî de, bi dijwarbûna êrîşên Tirkiyê li ser bakurê Iraqê di çarçoveya operasyona bi navê “Pene Kilîd” de, hin komên iraqî hewl dan ku bersivê bidin û li hember van êrişên Tirkiyê bi astek sînordar bertek nîşan dan.

Serepeyv