Sipahê careke din êrîşî ser baregehên koma terorîstî ya Komeleyê kir
Îlon 26, 2022 17:14 Asia/Tehran
Hêza bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înilaba Îslamî dora nû ya êrîşên xwe li ser baregehên komên terorîstî li Kurdistana Iraqê dest pê kiriye.
Yenîneyên Biryargeha Hemze Seyid el-Şuheda ya Hêza bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înilaba Îslamî îro êrîşên xwe yên topxaneyî û bi xwefirran li ser baregehên komên terorîstî yên li Kurdistana Iraqê dest pê kirin.
Di vê operasiyonê da Sipah bi bikaranîna yekîneyên topxane û xwefirran êrîşî ser baregehên komên terorîst dike.
Beriya vêya, roja Şemiyê, 24ê Îlona 2022an jî yekîneyên Hêza bejahiyê ya Sipahê wek berteka li hemberî kiryarên vê dawiyê yên komên terorîstî li bakûrê Iraqê, hin êrîş li dijî baregeh û cihên van komên terorîstî pêk anîbûn.