Îlon 25, 2022 14:21 Asia/Tehran
  • Pereyê neftê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê; gemarîya hewa ji bo awareyan

Malpera Middle East Eye'yê qala belavbûna bi miliyonan tonî gaza Keerbonîkê ji ber çalakiyên palîngehên Herêma Kurdistanê û pêkhatina gemariya hewa li nêzikî çend kampên awareyan û hewilnedana ji bo çareserkirina vê pirsgirêkên tevî derhata berbiçav a vê herêmê ji ber firotina neftê kiriye.

Kovara elektronîkî ya Middle East Eye'yê ragihand ku Herêma Kurdistana Iraqê derdora sedî 85 ji derhata xwe bi rêya firotina nefta xav bi dest dixe, lê hewleke zêde ji bo çareserkirina gemariya ji ber gaza palîngehan nade.

Vê kovarê tevî amajeya bi vêya ku çend kampên awareyan li Herêma Kurdistanê li nêzikî palîngehan hatine avakirin, qalapêkhatina gemariya giran a hewa, belavbûna bi miliyonan gaza Kerbonîkê û nexweşbûna hejmareke berbiçav a awareyên niştecihê van kampan bi taybet Kampa Kûrgoskê ya Hewlêrê kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dem ji bo kompaniyên neftê yên navneteweyî diyar kiriye ku heta sala 2023an dawî li şewitandina gaza bîrên neftê bînin û vê madeyê li dewsa şewitandinê bi kar bînin.

Vê kovarê tekez kiriye ku kompaniyên derveyî naxwazin di vî warî da sermiyeguzarî bikin û dewleta Herêma Kurdistanê jî nikare zextê bîne ser wan.
 
 

Serepeyv