Leşkerekî din ê Tirkiyê li bakûrê Iraqê hat kuştin
Îlon 22, 2022 10:04 Asia/Tehran
Di dewama operasiyona neqanûnî ya artêşa Tirkiyê li bakûrê Iraqê da, leşkerekî din ê vî welatî hat kuştin.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, di operasiyona artêşa vî welatî da 2 leşkerên din jî birîndar bûne.
Iraqê di 2 salên derbasbûyî da çend caran balyozê Tirkiyê bang kiriye Wezareta karên derve û nerazîtiya Bexdayê ya tund li hemberî operasiyona leşkerî û binpêkirina serweriya vî welatî ragihandiye wî.
Ji aliyê din va, Rêxistina Istixbarata Tirkiyê (MIT) ragihand ku di hefteya derbasbûyî da zêdetir ji 50 endamên PKK'yê di operasiyona asimanî û bejahiyê ya artêşa vî welatî da li Iraqê hatine kuştin.