Îlon 20, 2022 18:44 Asia/Tehran
  • Bafil Talebanî û Falih Feyaz rewşa ewlehiyê vekolandin

Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê û Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê civiyan.

Li gorî rapora Baghdad Al-Yawmê, Falih Feyaz, Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê û Bafil Talebanî serokê YNK'yê di vê hevîdtinê da rewşa siyasî û ewlehiyê ya vî welatî vekolandin.

Her wiha di vê hevdîtinê da hewildanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên pêvajoya siyasî û rakirina kêşeyan hatin gotûbêjkirin.

Pêştir jî Bafil Telabnî serokê YNK'yê digel Hadî Amirî serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê civiyabû.

Bûyerên siyasî û rêyên derketina ji qeyranê di dema herî lez da ji mijarên herî girîng ên du aliyan bûn.

 

Serepeyv