Îlon 19, 2022 17:49 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bi giranî bakûrê Iraqê bombebaran kir

Çavkaniyeke ewlehiyê ya iraqî qala êrîşa Tirkiyê ya nû li ser bakûrê Iraqê kir.

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand, Balefirên şêrr ên Tirkiyê gundekî din li rêzeçiyayên Metînayê li navçeya Emadiyeyê ya parêzgeha Dihokê li bakûrê Iraqê dan ber bombeyan.

Vê çavkaniyê tekez kir ku ev bombebaran gelekî giran bûye, lê ziyaneke canî ji ber vê êrîşê çê nebûye.

Artêşa Tirkiyê di rojên dawî da êrîşên xwe li ser navçeyên kurdnişîn ên Iraq û Sûriyê girantir kirine û roja derbasbûyî jî gelek navçeyên Kobaniyê li bakûrê Sûriyê dan ber bombeyan.

Dewletên Iraq û Sûriyê bi tundî li dijî destdirêjiyên Tirkiyê ne.
 

Serepeyv