55 hezar ziyaretkarên îranî yên Erbeîna Huseynî bi rêya Herêma Kurdistanê çûne Kerbelayê
Nêzîkî 55 hezar ziyaretkerên Îranî bi mebesta beşdarîkirina di merasima meşa Erbeîna Îmam Husên (S) de bi rêya deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê çûne Kerbelayê ku 25 hezar kes ji wan di deriyê Hacî Omeranê ya Hewlêrê re û 30 hezar kes jî di deriyên sînorî yên Silêmaniyê re bûye.
Rêvebirê Giştî yê Geştuguzara Helwêrê, Îsmaîl Mînexan roja Pêncşemê 15ê Îlonê ji Rûdaw re ragihand, “heya îro nêzîkî 25 hezar ziyaretkerên Îranî bi armanca beşdariya di merasimên çileya Îmam Husên de hatine Hewlêrê.”
Îsmaîl Mînexan got: “Ziyaretkarên Îranî bi otobusan heta deriyê sînorî tên û ji wir ve jî bi otobusên Herêma Kurdistanê heta Hewlêrê têne veguhistin û piştî bêhnvedanê û mana li pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê ku bo wê armancê hatiye terxankirin, her bi otobusên Herêma Kurdistanê heta Bexdayê tên veguhestin.”
Rêviberê Geştûguzara Hewlêrê behsa wê yekê jî kir ku piraniya wan ziyaretkaran ji navçeyên Tewrêz, Urmiye, Erdebîl û Nexedeyê ve tên.
Berdevkê Rêvebiriya Geştûguzariya Parêzgeha Silêmaniyê Aram Şiwan jî ji Rûdawê re got, ku “heta niha nêzîkî 30 hezar ziyaretkarên Îranî di herdu deriyên sînorî yên Başmax û Perwîzxan ên Herêma Kurdistanê re serdana Kerbelayê kirine.”