Îlon 12, 2022 09:44 Asia/Tehran
  • Êrîşên neqanûnî yên artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistana Iraqê berdewam in

Balefirên şêrr ên artêşa Tirkiyê careke din êrîşî ser bakûrê Iraqê kir.

Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê ragihand ku balefirên şêrr ên artêşa Tirkiyê roja derbasbûyî navçeya Bariyê ya ser bi Şengalê dan ber êrîşê.

Di halekî da ku medya û berpirsên Tirkiyê îdia kiriye ku di vê êrîşê da hejmareke hêzên PKK'yê hatine kuştin û birîndar bûne, lê kanala Sky Newsê jî ragihand ku di vê êrîşê da erebeya welatiyên sivîl li navçeya Bariya Şengalê ketiye ber êrîşê.

Şaristana Şengalê wek cihwarê sereke yê jiyana Êzidiyan e ku ji ber êrîşên DAIŞê tûşî ziyanên mezin bû; Lê di salên dawî da hertim ketiye ber êrîşên Tirkiyê yên asimanî.

Artêşa Tirkiyê hema bêje her roj hin navçeyên bakûrê Iraqê bi top, balefir û helîkopteran dide ber êrîşê.

 

Serepeyv