Îlon 11, 2022 16:15 Asia/Tehran
  • PKK û Tirkiyê derbarê pevçûnan navbera xwe li Herêma Kurdistanê de daxuyanî dan

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG bask çekdar ê PKKê di daxuyaniyekê de dibêje, li herêma Zapê 20 leşkerên Artêşa Tirkiye hatine kuştin û 4 leşker jî birîndarbûne. Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî canjidestdana 2 hêzên PKKê li nav axa Herêma Kurdistanê ragihand.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Şemiyê 10ê Îlona 2022yan de ragihand ku li Herêma Kurdistanê di çarçoveya operasyona artêşa wî welatî ya bi navê “Pençe-Kilîlê de 2 şervanên PKKê canê xwe ji dest dan.

Ji aliyê din ve bask çekdar ê PKKê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihandiye, ku şervanên wê di pevçûnan de  2o leşkerên Tirkiyê kuştine.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya bask çekdar ê PKKê herwiha 4 leşkerên artêşa Tirkiyê birîndar bûne.

PKKê herwiha dibêje artêşa Tirkiyê “23 caran bi bombeyên taktîk nukleer ên şîddeta wan zêde û bi çekên kîmyewî, 10 caran bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran” êrîş pêk anîne.

Li gor daxuyaniya bask çekdar ê PKKê 7 îlonê jî li herêma Metîna di navbera gerîlayên wan û leşkerên Tirkiyê de şereke dijwar derketiye û di ecamê de 2 şervanan canê xwe ji dest dane û 5 leşker jî hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an di nav axa Herêma Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê qezaya Amêdiyê ve li xwe digire.

Serepeyv