Îlon 10, 2022 11:56 Asia/Tehran
  • Rêwaz Fayîq: Hikûmeta Herêmê piştî tarîxa ragihandî ji bo hilbijartinê, hikûmeteke guhestî ye

Rêwaz Fayîq got: Me di hevdîtina taxima serokatiya parlimanê tev fraksiyonan da ji wan ra ragihand ku ji 6ê Mijdara 2022an û pê va hikûmeta Herêmê dê bibe hikûmeteke guhestî.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Awêneyê, Seroka Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Me di civîna herî dawî ya taxima serokatiya parlimanê digel serokên fraksiyonan ji wan ra ragihand ku parliman dê di roja 6ê Mijdara 2022an da tûşî valahiya qanûnî bibe û tenê em nînin ku dê tûşî vê rewşê bên, belkî hikûmeta Herêmê jî dê hikûmeta guhestî be. Ji ber vê yekê pêwîst e ku rêkareke qanûnî û siyasî ji bo vê pirsgirêkê were dîtin. Em gişt berpirs in ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Seroka Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê di civîna xwe ya medyayî da ragihand: Heta niha ti gotûbêjek derbarê dirêjkirina çalakiya vê dewreya parlimanê, ne digel taxima serokatiyê û ne jî digel fraksiyonên parlimanê, pêk nehatiye.

Wê li ser dewama xebata vê parlimanê û eva ku heta kengî dikare çalakiya xwe bidomîne, got: Em di vî warî da neaxivîne û divê bi fraksiyonan ra biaxivin. Di destpêkê da tev ên ku di desthilatê da ne û piştra bi fraksiyonên din ên opozîsiyonê ra. Piştra em ê bi Dr. Hêmin Hewramî û Mûna Qehweçî ra an bi awayê takekesî an jî komî biaxivin. Xwezayî ye ku divê mekanîzmek di vî warî da were bikaranîn û partiyên siyasî hevrêtî bikin.

Serepeyv