Îlon 08, 2022 16:02 Asia/Tehran
  • Li Zaxoya Herêma Kurdistanê 185 kes bi sedema xwarinekê jehrî bûn

Ji ber xwarina goştê dem bi ser çûye li xwaringeheke Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê 185 kes jehrî bûn û xwediyê xwaringehê hat desteserkirin.

Qaymeqamiya Zaxo di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber cibicînekirina rênimayên tendirustiyê, duhî 185 kes ji ber xwarinekê jehrî bûn û serdana nexweşxana giştî ya Zaxoyê kirin.

Qaymeqamiya Zaxoyê herwiha da zanîn ku piştî wergirtina çareseriyên pizîşkî, piraniya kesên ku jehrî bûne vegeriyan malê xwe û niha 35 kes ji wan di bin çavdêriya pizîşkî de ne.

Peyamnêrê K24ê li Zaxoyê  got, xwaringehekê xwarina ku dem bi ser çûye firotiye welatiyan û ev jî bû sedema jehrîbûna wan.

Wî diyar kir, xwaringeha ku xwarina netendirust firotiye welatiyan, ji aliyê Qaymeqamiya Zaxo ve hat girtin û xwediyê wê jî hat desteserkirin.

Qaymeqamê Qezaya Zaxoyê Muşîr Mihemed ji K24ê re got: Wê xwaringehê xwarina bilez firotiye welatiyan û bûye sedema jehrîbûna xelkê. Xwediyê xwaringehê hat desteserkirin û lêkolîn derbarê vê babetê de berdewam e.

Serepeyv