Bafil Talebanî bi fermî bû serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)
Civîna Encumena Serkirdayetiya Yekityê bi dawî hat û Bafil Talebanî wek serokê Yekitiyê hat bijartin.
Piştî ku meha Adara îsal YNK civîn li darxist, Bafil Talebanî bi fermî wek serokê YNK hat bijartin.
Lê li nava saziyên fermî yên YNK, jibo vê meselê deng nehatibû girtin. Di civîna îro ya Encumena Serkirdayetiya YNKê, Bafil Talebanî bi 89 dengên encumenê wek Serokê YNK hat bijartin.
Bi dengdan û pesendkirina Bafil Talebanî wek serokê YNK sîstema hevserokayetiyê êdî bi dawî hat û sîstema serokatiya YNK êdî ji niha pêve bû yekserokî.
YNK di sala 1967`an hatiye avakirin û ji hîngî va heta niha bi sîstema serserkreterîyê hatiye rêvebnerîkirin lê heta kongira çaran ya vê hizbê ku par hat liadrxistin, sîstem bû hevserokatî û Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bûn hevserok.
Piştî 8 Temoza par kêşeyeke navxweyî di nav YNK de derket û Bafil Talebanî bi piştgiriya Mekteba siyas û serkirdayetiyê- Lahûr Şêx Cengî û birayên wî û hejmarek ji endamên serkirdayetiyê ji yekitiyê der xistin.