Tebax 24, 2022 09:48 Asia/Tehran
  • Asayîşa Silêmaniyê 17 terorîstên ku dixwestin çend efser û mamosteyên olî teror kin, girtin

Birêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan 17 terorîstên DAIŞê ku plana kuştina çend efser û mamostayekî olî kiribûn girtine.

Birêveberiya Asayîşê di daxuyaniyekê de ragihand: Terorîstên hatine girtin li Silêmanî, Çemçemal, Tekye û Barîkayê bûn û koma yekem a girtiyan “plana kuştina çend efserên pilebilind ên Pêşmerge û çend mamostayên olî yên navdar kiribûn.”

Polîsê Silêmaniyê ragihand, 7 gumanbar li Silêmaniyê hatine girtin dibêje “Heft ji wan terorîstan bi rêya torên civakî di bin bandora îdyolojiya tundrew a DAIŞê de ne û bangeşeya belavkirina kar û çalakiyên terorîstan dikin. Piştî ku xwe birêxistin kirin, pêşî plana kuştina çend efserên Pêşmergeyên Kurdistanê kiribûn û çend baregehên partiyê biteqînin.”

Serepeyv