Tebax 23, 2022 21:56 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Azerbaycana Rojava ya Îranê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Parêzgarê Azerbaycana Rojava ya Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Sadiq Mutemedyan û şanda pê re civiyan û ser pêwendî û hevkariyên du alî gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de ku îro sêşemê 23yê Tebaxê li bajarê Hewlêrê birêve çû, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, hêsankarî û hevahengiya zêdetir ji bo têkiliyên aborî û bazirganî di navbera her du aliyan de û hatûçûna ziyaretkaran bo cihên olî û geştyarên Îranî bo Iraqê bi rêya deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdiostanê û şanda îranî di vê hevdîtinê de diyar kir ku ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên bazirganî û dabînkirina hemû asankariyan dê hemû hewlên xwe bidin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe ve bal kişand ser peywendiyên dêrîn di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê di hemû waran de û tekezî li ser zêdetir pêşxistina peywendiyan kir, herwiha xwesteka Herêma Kurdistanê nîşa da ku dixwaze di warê cuda de baştirîn têkilî, hevkarî û alîkarî ligel welatên cîran hebin.

Her dualiyan nherwiha rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û çend mijarên din gotubêj kirin. Di vê hevdîtinê da herwiha parêzgarê Hewlêrê, serokê Îdareya Soran û konsulê giştiyê Komara Îslamî ya Îranê amade bûn.

Serepeyv