Tebax 23, 2022 21:38 Asia/Tehran
  • ِDi civîna Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Azerbaycana Rojava ya Îranê de hilkolandina hevkariyên du alî

Di hevdîtina parêzgarê Azerbaycana Rojava ya Îranê û serokwezîrê herêma Kurdistana Iraqê de, rêyên berfirehkirina hevkariyên vê parêzgehê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê; “Mihemed Sadiq Mutemediyan” parêzgarê Azerbaycana Rojava (bakurê rojavayê Îranê) îro danê sibê (Sêşemê) li Hewlêrê bi “Mesrûr Barzanî” serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Nesrulla Reşnûdî jî amade bû, pêşxistina pêwendiyên dualî, bi taybet ên pevguhartina bazirganî û asankariyên hatûçûna geştyaran hatin guftûgokirin.

Di mijareke din a hevdîtinê de, behsa giringiya hevahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de hatin kirin ji bo rûbirûbûna derencamên nerênî yên keşûhewayê û pirsa kêmbûna avê bi riya sûdwergirtina hevbeş a jêderên avê di navbera herdu aliyan de.

Serepeyv