Tebax 23, 2022 18:09 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê herêmên Silêmaniyê yên Kurdistana Iraqê hedef girtin

Çavkaniyên xwecihî li Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin ku balafireke bêpîlot a artêşa Tirkiyê gundê Qamîş li devera çiyayê Berzotê yê parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kir.

Li gorî malpera El-Melûme, çavkaniyên xwecihî ji Herêma Kurdistanê ragihandin ku balafireke bêpîlot a artêşa Tirkiyê gundê Qamîşê yê ser bi çiyayê Berzot a parêzgeha Silêmaniyê kir armanca îrişa xwe.

Helbet ev êrişa droneya Tirkiyê ti ziyanên mirovî û aborî nebûn, lê tirs û xofeke mezin xistibû nav rûniştiyên gundê Qamîş de.

Di meha borî de, artêşa Tirkiyê seyrangeha “Perexê” ya parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê kiribû armanc û di encamê de 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û 23 kes jî birîndar bibûn ku di nav kuştî û birîndaran gelek jin û zarok jî hebûn.

Di nav bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê di van salên dawiyê de artêşa Tirkiyê bi caran bi behaneya tepeserkirina endamên PKKê êrişî vê herêmê kiriye û bi sedan kes ji xelkê sivîl ên herêmê kuştine û birîndar kirine û gelek zisarên madî gihandine xelkê deverê.

Serepeyv