Tebax 22, 2022 12:23 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê gundekî Dihokê bombebaran kir

Çavkaniyên iraqî qala êrîşa asimanî ya artêşa Tirkiyê li ser gundekî parêzgeha Dihokê kir.

Li gorî rapora El-Meyadînê, Balefirên şêrr ên artêşa Tirkiyê sibeha Duşemiyê gundê Sîxîriyê li parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê dane ber bombeyan.

Hîn tu raporek derbaarê ziyan an goriyên îhtimalî yên vê êrîşê nehatiye weşandin.

Leşkerên Tirkiyê ku bi awayê neqanûnî ketine nav axa Iraqê hertim di êrîşên xwe da gel û welatiyên sivîl dikin armanc.

 

 

Serepeyv