Tebax 20, 2022 14:29 Asia/Tehran
  • Helîkopterên Tirkiyê êrîşî gundekî sînorî yê bakurê Iraqê kirin

Di encama êrişa helîkopterên artêşa Tirkiyê bo ser gundekî sînorî yê parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê de, zeviyên çandiniyê yên vî gundî şewitîn.

Li gorî nûçeya El-Mayadinê, duh helîkopterên artêşa Tirkiyê gundekî parêzgeha Dihokê li bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) bombebaran kirin.

Li gorî vê raporê, êrişa helîkopterên artêşa Tirkiyê li gundê Skiriyê yê ser bi parêzgeha Dihokê bûye sedem ku agir bi zeviyên çandiniyê yên vî gundî keve.

Ev ne cara yekê ye ku Tirkiyê navçeyên sînorî li bakurê Iraqê bi êrîşên esmanî û topxaneyî dike armanc, 20 Tîrmeha borî balafirên artêşa Tirkiyê seyrangeha çiyayê Berexê li parêzgeha Dihokê kirin armanc û di encamê de 9 kes hatin kuştin û zêde ji 30 kes jî birîndar bûn.

Di van salên dawî de, Tirkiyê bi caran bi behaneya tepeserkirina endamên PKKê êrişî bakurê Iraqê û Herêma Kurdistanê ya vî welatî kiriye û gelek ziyanên canî û madî gihandine xelkê van deveran.

Serepeyv