Tebax 16, 2022 10:49 Asia/Tehran
  • YNK bo PDKê: Em li Bexdayê bi pakêteke niştimanî rûbirûyî rewşa niha li Iraqê bibin

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) di peyamekê de ku bi boneya 16ê Tebaxê salroja damezirîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Polîtburoya vê partiyê re pêşkêş kiriye, ragihand; em li Bexdayê bi pakêteke niştimanî û Kurdistanî rûbirûyî rewşa vê demê li Iraqê bibin.

Îro 16ê Tebaxê, 76 sal di ser damezrandina PDKê re derbas dibin, bi vê boneyê, Polîtburoya YNKê di peyamekê de ku ji PDKê re şandiye, dibêje: “Em pîrozbahiyên germ li we dikin û em hêvîdar in ev salveger bibe derfetek ji bo pêşvebirina pêwendiyên navbera me ji bo derbaskirina hemû wan astengiyên ku li ser rêya hevtêgihîştina me ya di karê hevbeş de li Herêma Kurdistan û Iraqê û bi taybetî di riya geşepêdana siyaseteke dadperwerane ya Kurdistanî ya hikûmranî û aborî û xizmetguzariyê de dirust bûne.”

Di peyamê de hatiye diyarkirin: “Her di vê salvegerê de em hêvîdar in pirs û tevgerên siyasî yên cîhan û navçe û Iraqê cidî werin girtin.”

Herwiha di peyamê de YNKê amaje bi nêrîna xwe ya ji bo rûbirûbûna rewşa niha ya siyasî li Iraqê kiriye û daxwaz kiriye, aliyên siyasî  nêrîneke wan a hevgirtî ji bo çareseriyê hebe, ku di sûda gelê Herêma Kurdistanê de bibe.

Li ser vê mijarê di peyamê de hatiye: “Em hemû hêz û aliyên siyasî, hewldanên xwe bi cûreyekê yek bikin ku di qezenca yekrêzî û pêkveyî ya gelê me de be, bi taybetî li Bexdayê, divê ku em bi pakêteke niştimanî û Kurdistanî rûbirûyî vê rewşa nexwestî ya niha ya li Iraqê bibin ji bo derbaskirina welat ji vê rewşa ku têketiye.”

Serepeyv