Tebax 15, 2022 13:07 Asia/Tehran
  • Armancên hevdîtinên Hadî Amirî digel aliyên kurd û sune hatin ragihandin

Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê armancên sereke yên hevdîtinên Hadî Amirî bi aliyên krd û sune ragihandin û tekez kir ku ew ê bi zûtî bi Muqteda Sedir ra jî bicive.

Li gorî rapora El-Melûmeyê, Elî Elîwî ji rêberên Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê got: Armanca hevdîtinên Amirî bi aliyên kurd û sune ra xurtkirina têkiliya navbera komên siyasî, bidestxistina rêkarekê ji bo derketina ji asêbûna siyasî û şêwirîna bi aliyên cûr bi cûr ji bo damezirandina dewletê bû.

Elîwî got: Armanceke din a van hevdîtinan, pêkanîna rêkarên rasteqîn û cidî digel komên siyasî bi taybet Tevgera Sedir e da ku Iraq ji asêbûna siyasî ya pêkhatî bilez derkeve.

Hadî Amirî, Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê û Mesûd Barzanî serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê roja Yekşemiyê li Hewlêrê civiyan û derbarê alûgorên siyasî yên Iraqê û qeyrana heyî li vî welatî şêwirîn.

 

Serepeyv