Tebax 14, 2022 14:29 Asia/Tehran
  • Serdana Hadî Amirî bo Herêma Kurdistanê û însiyatîva wî ji bo derketina ji asêbûna siyasî li Iraqê

Çavkaniyên iraqî qala serdana Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê bo Herêma Kurdistanê û raberkirina însiyatîvekê ji bo derketina ji asêbûna siyasî ya niha li vî welatî kir.

Li gorî rapora malpera Ehda Iraqê, çavkaniyên xwecihî ragihand ku Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê bi serdana bo Herêma Kurdistana vî welatî, bi raberkirina însiyatîvekê ji bo derketina ji asêbûna niha, dê hemû komên siyasî yên iraqî bixwaze ku ji bo gotûbêjê bicivin.

Van çavkaniyan ragihand, Plana Hadî Amirî bala xwe did ser damezirandina dewleta bê li Iraqê û şêwirîna derbarê lidarxistina hilbijartina berwext li vî welatî.

Pêştir jî Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê digel Mihemed Helbûsî serokê parlimana vî welatî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê civiyabû.

Tevî derbasbûna derdora 10 mehan ji lidarxistina hilbijartina parlimanî ya Iraqê, partî û tevgerên siyasî yên vî welatî nekarî ji bo tayînkirina serokomar û serokwezîrê li hev bikin û bijardeya hilweşandina parlimana nûdamezirandî û lidarxistina dubare ya hilbijartinê piştî xwenîşandan û nearamiyên rojên dawî li Bexdayê wek bijardeyeke nû ji bo derxistina Iraqê ji asêbûna siyasî hatiye hilêxistin.

 

Serepeyv