Tebax 10, 2022 14:52 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê her roj gundên çiyayê Metînayê li Herêma Kurdistanê topbaran dikin

Îsal her roj gundên quntara zincîre çiyayê Metînayê li parêzgeha Duhokê ya Herêma kurdistanê di bin topbaranên artêşa Tirkiyê de bûne. Niha jî her tên topbarankirin û êdî jiyan li wan gundan nemaye.

Hejmareke wan gundan hatin valakirin û hejmarek jî xelkê wan xwe amade dikin ku ji gundê xwe derkevin.

Welatiyên wan gundan dibêjin, hinekan li Duhokê mal kirêkirine û êdî venagerin, hinekên din jî tenê pîr û kalên wan ji ber karûbarên çandiniyê mane.

Gundê Sergelê gundê herî nêzîk ê ji operasyonên  Tirkiyê û xelkê wî gundî nêzîkî çar mehan in di bin tirsa şer û bombebaranan de dijîn û her diçe gund vala dibe. Ji 100 malbatan niha tenê nîvê wan mane, beşek ji wan jî xwe amade kirine ku di demeke nêzîk de gund bicih bihêlin û berê xwe bidin Duhokê.

Tirkiyê di meha Nîsana îsal de bombebaran û topbaranên xwe yên li gundên devera Nihêlê li quntara Çiyayê Metîna zêde kirine. Herwiha Tirkiyê sinorê operasyona xwe li Herêma Kurdistanê berfirehtir kiriye û hefteya derbasbûyî yekem car sinorê gundê Belava bombebaran kir. Ji ber hêz û denegê bombebaranê ziyan gihîtiye malên gundiyan.

Fermanber Revend Guherzî jî got: “Ev çiya bi berdewamî tê bombebarankirin, ku bûye cihê tirsa xelkê û ev jî bûya sedema metirsiya xelkê gund û milkên xwe berdin û birevin.”

Ji bilî jiyanên malî û aborî,di encama van bombaranên artêşa Tirk heya niha bi dehan kes ji xelkê sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. 

Hêjayî gotinê ye ku herî dawî artêşa Tirkiyê navenda geştiyarî ya gundê “Perexê” yê ser bi Zaxoyê li parêzgeha Dihokê, topbaran kir ku di encamê de 11 kes di nav wan de jin û zarok hebûn, jiyana xwe ji dest dan û 23 kesên din jî birîndar bûn.

Serepeyv