Tebax 09, 2022 14:17 Asia/Tehran
  • Leşkerekî din ê Tirkiyê li navçeya Zapê ya Herêma Kurdistana Iraqê hat kuştin

Li Zap-Avaşînê ya Herêma Kurdistana Iraqê li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” leşkerekî Tirkiyê hat kuştin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku leşkerekî wan ê bi navê Halîl Koç ku di 3ê Tebaxê de di teqîneke li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” de birîndar bûbû miriye.

Di heman daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku çawîşê pispor Halîl Koç ê ku di 3ê Tebaxa 2022an de di encama teqîna teqemeniya ku berê ji aliyê PKK'yê ve li herêma "Operasyona Pence-Kilîd" hatibû bicihkirin bi giranî birîndar bûbû, di 8ê Tebaxê de li nexweşxaneyê miriye.

Artêşa Tirkiyê di 17ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li Herêma Kurdistanê li dijî PKK'yê operasyoneke nû a bi navê "Pençe Kilit" dabû destpêkirin.

 

 

Serepeyv