Tebax 07, 2022 22:24 Asia/Tehran
  • PKKê dibêje 39 leşkerên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kuştine, lê Tirkiye tenê kuştina dudiyan piştrast dike

Baskê çekdar ê PKKê îdia dike ku ji duh heya îro 7 Tebaxê li Herêma Kurdistanê di nencama çend êrişîn serdagirtine de 39 leşkerên Tirkiyê kuştine, Lê wezareta parstinê ya Tirkiyê duh kuştine leşkerekî xwe û îro jî kuştina leşkerekî din pişt rast kir.

Malpera nûçeyan a rojnama Turkiye çapa Stenbolê ji zarê daxuyaniya wezareta berevaniya niştimanî ya Tirkiyê ragihand, di encama şer û pevçûna digel PKKê li herêma operasyonê  “Pençe Kilîd”ê zabitekî artêşa vî welatî birîndar bû, lê piştre li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Artêşa Tirkiyê duh jî kuştina leşkerekç xwe ragihandibû. 

Di heman demê de Wezareta Berevaniya Tirkiyê îdia kir ku 4 endamên PKKê jî li heman deverê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine kuştin û careke din tekezî li ser berdewamiya operasyonên wan ên neqanûnî li Iraqê kir.

Di vê navberê de baskê çekdar ê PKKê bi daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wê duh û îro 7 Tebaxê şerên giran li dijî artêşa Tirkiyê kirin û li çend deveran ser wan de girtin ku di encama van şer û pevçûnan de 39 dagirker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

PKKê herwiha dibêje ku hêzên wê 2 pergalên radarê, 2 çeper, 2 pergalên kamerayên mobesse û cebilxane îmha kirin. Şervanên PKKê herwiha wesayîteke kepçe, çepereke çekê A4 û çepereke çekê BKC  derb kirin. PKKê di dewama daxuyaniya xwe diyar dike ku hêzên wê bi ser artêşa Tirkiyê de girtin û 20 Kg teqemenî, telefoneke destan, 3 şarjorên fîşekan ên G-3, 2 bombeyên destan, êlegekeke gullebend,  mertaleke parastinê û gelek kelûpelên jiyanê jî desteser kirin.

PKKê di vê daxuyaniyê radigehîne ku Artêşa Tirkiyê 28 caran bi çekên nukleerî yên taktîkî, çekên kîmyewî, bombeyên dûmanê û yên destan êrişî Qadên Berxwedanê kir; 9 caran bi balafirên şer; 18 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kiriye

Serepeyv