Tebax 03, 2022 21:11 Asia/Tehran
  • Heşt sal di ser jenosîda Şingalê re derbas dibin

Îro 8 sal di ser êrişa koma terorîst a DAIŞê ya bo ser Şingalê re derbas dibin. Terorîstên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an, êrişî Şingal û derdora wê kirin. Di wan êrişên hov de bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û piraniya wan jin û zarok 6 hezar û 410 kes jî hatin revandin.

Çekdarên DAIŞê di 3ê Tabaxa 2014an de êrîşî Şingalê û derdora wê kir û zêdetir ji 5 hezar Kurdên Êzidî kuştin, bi hezaran kes revandin, her wiha bi sedhezaran jî koçber bûn. Heşt sal di ser jenosîda Şingalê re derbas dibin, heta niha jî bi sedan dayikên Şingalî bi dîtina kesûkarên xwe dilê wan aram nebûye û roj û şev li wan bûne ferman ku li gorî amaran, heta niha 3554 kes hatine rizgarkirin, lê hîn jî 2717 kes winda ne.

Bi hezaran Kurdên Êzidî ku hewl didan cane xwe ji ber destê wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spartin Çiyayê Şingalê, Herêma Kurdistanê û rojhilat û bakurê Sûriyê. Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî di kampan de dijîn. 

DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî qirkirin, kesên ku revandin miameleya weke ‘xenîmetên şer’ îşkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî lê kirin û ev yek jî weke tawaneneke mezin a mirovahiyê hat tomarkirin. 

Piştî êrîşa DAIŞê, heya niha 83 gorên bi kom û çend gorên take kesî yên Kurdên Êzdî li Şingalê û derdora wê hatine dîtin.

Li gor nûtirîn amarên Nivîsingeha Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetir ji 325 hezar Kurdên Êzdî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li parêzgeha Duhokê bicih bûn, zêdetir ji 100 hezar Kurdên Êzdî penaberî cihên din bûn.

Gelek ji sazî û rêxistinên kurdan li cîhanê hewl didin ku qirkirina kurdên êzidî wek ‘Jînosayd’ bidin nasandin.

Kurdên Êzidî komkujiya 3ê Tebaxa 2014an weke ‘Fermana 73an’ bi nav dikin. 

Parlemana Herêma Kurdistanê jî roja 3ê Tebaxê weke ‘Roja Jînosayda Kurdên Êzidî’ nas kir.

Serepeyv