Tîrmeh 29, 2022 12:32 Asia/Tehran
  • Amirî û Talebanî li ser alûgorên Iraqê axivîn

Serokên hevpeymaniya Fethê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) derbarê alûgorên herî dawî yên vî welatî axivîn.

Li gorî rapora roja Înê ya Sumiriye Newsê, Hadî Amirî serokê Hevpeymaniya Fethê di hevdîtina di gel Bafil Talebanî serokê YNK'yê derbarê bijartina serokomarê Iraqê axivîn.

Ev hevdîtin di halekî da pêk hat ku hîn derbarê dosyeya danasîna serokomarê, tu lihevkirinek di navbera YNK'yê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî pêk nehatiye.

Pêştir Tariq Cewher endamê YNK'yê di helwêsta xwe ya herî nû da, axaftinek derbarê berendamê serokomartiyê ji Herêma Kurdistanê hilêxistibû.

Endamê YNK'yê gotibû, Me dil tune ku di gel Partiya Demokrat (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî li ser cîgeha serokomartiyê bikevin danûstandinê.

 

 

Serepeyv