Korbenda Hişyarbûna Îslamî ya Cîhanê êrîşa dewleta Tirkiyê ya li Dihoka Iraqê li dijî sivîlan şermezar kir
Korbenda Cîhanî ya Hişyarbûna Îslamî bi şermezarkirina êrîşa leşkerî ya Tirkiyê ser havîngeheke parêzgeha Dihokê li Herêma kurdistanê ya Iraqê û kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên sivîl, tekezî li ser rêzgirtina cîrantiya baş û yekparçetiya axa welatan kir.
Li gorî rapora Ajansa ISNAyê ya Îranê, Korbenda Cîhanî ya Hişyarbûna Îslamî bi daxûyaniyekê ragihand: Ev forum(Korbend) êrişên leşkerî li dijî welatên cîran û binpêkirina qanûnên navneteweyî û rêz negirtina li yekparçetiya axa Iraqê şermezar dike û tekez dike ku hemû welatên cîran li herêmê divê girîngiyê bidin cîrantiya baş û xwe ji kiryarên derveyî qanûnên navneteweyî dûr bêxin.
Korbenda Cîhanî ya Hişyarbûna Îslamî herwiha diyar kir: Kiryarên derveyî çarçova rêzikên navneteweyî dikarin nîzam û ewlekariya navçê bixin metirsiyê û rê li ber binpêkirinên ji aliyê biyaniyan vekin ku dixwazin bikevin navçê û kiryarên wêranker li navçê pêk bînin.
Korbenda Hişyarbûna Îslamî ya cîhanî bi şermezarkirina destdirêjiya li ser yekparçetiya axa Iraqê ragihand ku tekane riya serketinê û rêzdariya neteweyên hişyar, hişyarbûna li hember komployên dijmin û biyaniyan, rêzgirtina li prensîb û yasayên navdewletî û cîrantiya baş e.
Di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser navendeke geştyarî ya parêzgeha Dihokê ya Herêma Kurdistana Iraqê, herî kêm 9 sivîl hatin kuştin û 31 jî birîndar bûn.
Di van salên dawî de Tirkiye bi hinceta tepeserkirina endamên PKK’ê gelek caran êrîşî xaka Iraqê kiriye ku di encamê de piraniya xelkê sivîl bûne qurbanî.
Ev êrîş rastî bertekên tund ên hikûmeta Iraqê û welatên din ên cîhanê hatine.