Tîrmeh 20, 2022 18:59 Asia/Tehran
  •  Tirkiyê sînorê Zaxoyê bordûman kir; 8 kes hatine kuştin û 23 kes jî birîndar in

Artêşa Tirkiyê çend cih li sînorê navçeya Zaxoyê li parêzgeha Duhokê bordûman kir û li gor zanayriyên destpêkê di bordûmanê de 8 kes hatine kuştin û 23 kes jî birîndar in. Rayedarên fermî dibêjin, eger heye hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bibe.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Rêvebirê Geştyariya Zaxoyê jî ji bo Rûdawê diyar kir, di topbarana Tirkiyê bo ser gundê Perexê de 8 kes hatine kuştin û 23 kes jî birîndar in.

Hêj zanyariyên temam piştrastkirî derbarê topbaranê û hejmara kuştî û birîndaran de nehatine ragihandin û tê çaverêkirin, di saetên bihê de hejmarên dirist bên ragihandin.

Serepeyv