Tîrmeh 17, 2022 23:15 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê şer didome; 2 şervanên PKKê û leşkerekî Tirkiyê hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya baskê leşkerî yê PKKê di daxuyaniyekê de ku îro Yekşembê 17ê Tîrmehê belav kiriye, nasnama du şervanên xwe belav kiriye ku di şer de canê xwe ji dest dane.

Baskê leşkerî yê PKKê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku ev du şervanên wê di roja 14ê Nîsanê de, di encama bikaranîna çeka kîmyawî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li navçeya Zapê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku efserekî artêşa wî welatî îro 17ê Tîrmeha 2022an di şerê li dijî PKKê de li navçeya Zapê hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, Çawişê Pispor Selahattin Taşkin îro li navçeya Operasyona Pence-Kilîd li nav axa Herêma Kurdistanê di şerê ligel PKKê de hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence-Kilîd dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyona Pence-Kilîd, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Baskê leşkerî yê PKKê  roja 15ê Tîrmehê (Temûzê) bîlançoya şer û pevçûnên sê mehên dawî yên li Herêma Kurdistanê bi artêşa Tirkiyê re belav kir û ragihand, di 3 mehên bihorî de 1528 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 72 şervanên wan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê van amaran red dike û îdia dike, ji destpêka operasyonê ve heta niha 266 şervanên PKKê û 37 leşkerên wî welatî hatine kuştin.

Serepeyv