Rawestandina xebata kompaniyên niftê li Herêma Kurdistanê didome
Piştî fermana Wezareta Nefta Iraqê, Şîrketa Îktişafa Niftê SCG jî xebata xwe li Herêma Kurdistanê rawestand.
Şîrketa taylandî ya derxistina niftê bi navê SGG jî bi daxuyaniyekê ragehand: Ser fermana Wezareta Nifta Iraqê, em hemî xebat û xizmetguzariyên xwe di warên nift û gazê de radiwestînin.
Vê şîrketê her wiha ragehandiye: Biryara Wezareta Nifta Iraqê derheq rawestandina xebatên di warê nift û gazê de li Herêma Kurdistanê hemî hevrikên me li vê herêmê li gor biryara hejmara 59-an a Wezareta Niftê, Komîteya Bilind a Şêwirkariyê ya hejmara 36`an a Hikûmeta Iraqê digre ber xwe û me tu riyeke din tineye û em hemî xebatên xwe di warê nift û gazê de li Herêma Kurdistanê radiwestînin.
Pêştir şîrketên Şelemburger, Bêyger Hîyûz û Halîburtonê teqez kirinê ku di çarçoveya hikmê dadgeha Federal a Iraqê da yê ti projeyeke nû li Herêma Kurdistanê raber nekin.