"Dubarebûna sênaryoya sala 2018an bijareya herî muhtemel ji bo çareserkirina kêşeya serokomartîya Iraqê ye"
Serokê Fraksyona Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanaê li parlimana Iraqê got: Dubarebûna sênaryoya sala 2018an bijareya herî muhtemel ji bo çareserkirina kêşeya serokomartîya Iraqê ye.
Cemal Koçer Serokê Fraksyona Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê li parlimana Iraqê dîyar kir: Heta vê kêlîyê ti lihevkirinek li ser pişikdarbûna bi yek berbijarê posta serokomartîya Iraqê di navbera alîyên sîyasî yên kurdistanî da pêk nehatîye.
Wî herwiha got: Liv û hewlên sîyasî ji bo lihevkirina di vî warî da berî civîna ser vê mijarê di çend rojên bê da, didomin.
Serokê Fraksyona Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê li parlimana Iraqê wiha got: Diqewime sênaryoya sala 2018an bi hegera liyêknegihîştin û lihevnekirina rastî ya alîyên kurdistanî ji bo bijartina serokomarê Iraqê ji hêla parlimanê va, dubare bibe.