Tîrmeh 11, 2022 16:42 Asia/Tehran
  •  Endamekî serkirdatiya YNKê li Hewlêrê kete ber êrîşa bi guleyê

Li bajarê Hewlêrê teqe li mala endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê (YNK), Hacî Mesîfî hat kirin û di encamê de pasevanekî mala wî rayedarê YNKê birîndar bûye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Îro Duşemê 11ê Tîrmeha 2022an mala endamê serkirdatiya YNKê Hacî Mesîfî li taxa Hewlêra Nû ya bajarê Hewlêrê rastî êrîşeke çekdarî hatiye.

Soran Hacî Mesîfî, kurê wî rayedarê YNKê derbarê bûyerê de ragihand, “sibeha îro demjimêr di 02:15 de gulle berdane mala me û heya niha em nizanin biker kê ne.”

Soran Hacî Mesîfî got, “gulle li milekî pasevanekî bavê min ket, lê bi şev neştergerî jê re hat kirin û niha rewşa wî ya tendirustiyê baş e.”

Bi gotina kurê wî rayedarê YNKê, wan dijminatî bi ti kesî re nîne û li ser bûyerê gumana wan li ser ti kesî nîne.

Mala Hacî Mesîfî li taxa Hewlêra Nû ye. Soran Hacî Mesîfî destnîşan kir, “Me polîs û asayiş agahdar kirine û fermana dadweriyê wergirtine û îro li kamêrayên çavdêriyê mêze dikin û lêkolîn tê destpêkirin.”

Serepeyv