Tîrmeh 08, 2022 16:49 Asia/Tehran
  • Dewama şerê Tirkiye û PKK'yê; 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîl di nav axa Herêma Kurdistana Iraqê da 3 çawîşên pispor di şerê ligel PKK'yê da hatine kuştin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 7ê Temûza 2022ê li navçeya Operasyona Pençe-Kîlîl di nav axa Herêma Kurdistanê da 3 çawîşê pispor ên bi navên Muhammed Mustafa Koca, Omur Ertugrul Sari û Murat Yildirim di şerê ligel PKK'yê hatiye kuştin.

 Di demjimêrên sibeha heman rojê wezaretê ragihandibû ku li navçeya Zapê ya Herêma Kurdistana Iraqê di navbera artêşa wan da û  endamên PKK'yê da şer derket û di encamê da leşkerekî artêşa wan hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Lê dawiya heman rojê hat ragihandin ku her du leşkerên birîndar jî canê xwe ji dest dane.

Ji aliyê din va Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) jî derbarê şer û pevçûnên di navbera 5-7ê Tîrmê da daxuyanî da.

HPG di daxuyaniya xe da dibêje ku di wan şer û pevçûna da 36 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, dronek hate jinavbirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin.

Herwiha li gor daxuyaniyê cenazeyê leşkerekî Tirkiyê di destê endamên HPGê da ye.

Roja 4ê Temûza 2022ê jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê ragihandibû ku leşkerekî wan li navçeya operasyona Pençe-Kîlîl canê xwe ji dest daye.

Operasyona Pence-Kilîl, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê da li xwe digire.

Ji destpêka wê operasyonê va heta niha û li gor amarên fermî yên Wezareta Berevaniya Tirkiyê, 35 leşkerên wî welatî hatine kuştin.

Serepeyv