Tîrmeh 04, 2022 23:26 Asia/Tehran
  • Rêberekî Tevgera Goranê: Paşdaxistina hilbijartina parlimanî ya Herêmê di bêdengiya navneteweyî da riswatiyek e

Rêberekî Tevgera Goranê di twittekê da tevî amajeya bi vêya ku talankirina heyîtiyên Herêma Kurdistanê ji aliyê malbatên desthilatdar va hema wisa didome, nivîsî: Paşdaxistina hilbijartina parlimanî li Herêmê di bêdengiya navneteweyî da riswatiyek e.

Hişyar Ebdullah  her wiha nivîsî: Rewşa jiyanê, rewşa îdarî û ewlêehiyê li Herêma Kurdistanê xerab e p tu baweriyek navbera hakimiyet û gel tuneye û talankirina heyîtiyê ji aliyê binemala siyasetvanan va didome; Loma paşda-avêtina hilbijartina li Herêma Kurdistanê di bêdengiya navneteweyî da riswatiyek e.

Ebdullah di twita xwe da ev pirs hilêxist ku çima NY ji bo lidarxistina hilbijartina pêşwext li Iraqê israr kir, lê aniha pişta paşdaxistina vê hilbijartina parlimanî li Herêma Kurdistanê digire?

 

Serepeyv