Tîrmeh 03, 2022 20:45 Asia/Tehran
  • Li nêzîkî balafirgeha Hewlêrê ya Kurdistana Iraqê şewat derket

Li Herêma Kurdistanê ya Iraqê li nêzîkî balafirgeha Hewlêrê şewatek mezin derket.

Malpera nûçeyan a “Al-Ahed” îro Yekşemê ragihand ku agirekî mezin li nêzîkî balafirgeha Hewlêrê ya navenda Herêma Kurdistanê ketiye û tîmên agirkujiyê bo vemirandina agir çûne cihê bûyerê.

Hîn hûrgiliyên vê şewatê û sedema wê ne diyar in, lê îro ji bilî Hewlêrê, li Silêmanî û Besrayê jî şewat derketiye.

Piştî teqîna kapsûla gazê li xwaringeheke bajarê Silêmaniyê (Herêma Kurdistanê), 5 kes birîndar bûn.

Germahiya zêde yek ji sedemên herî girîng e ku di demsala havînê de li bajarên cuda yên Iraqê agir bi berdewamî diqewime, lê derçûna gazê, girêdana elektrîkê û berçavnegirtina tedbîrên ewlehiyê sedemên din ên şewata vê demsalê li bajarên Iraqê ne.

Serepeyv