Tîrmeh 03, 2022 09:40 Asia/Tehran
  • Balafirên şer ên Tirkiyê gundekî Amêdiyê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirkiyê navçeya Sura Sêgirê ya qeza Amêdiyê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin. Heta niha derbarê ziyanan de ti zanyariyî nehatine bidestxistin.

Balafirên şer ên Tirkiyê Şemiyê 02-07-2 danê êvarê, devera Sûra Sêgirê hat bombebarankirin.

eva zêde ji sê hefte ne ku ev devera tê topbarankirin û bombebarankirin, lê ziyanên ji ber van êrişên dagirkerî yên Tirkiyê nehatine aşkera kirin.

Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsanê ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîl li navçeyên Herêma Kurdistanê daye destpêkirin. Wezareta Berevaniyê yê Tirkiyê ragihandiye, operasyon li Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan berdewam e.

Li aliyê din ve duh danê êvarê saet 18:00an de PKKê serbazgeheke artêşa Tirkiyê li nêzîka komelgeha Sîryê ser bi nahiya Şeladizê topbaran kir lê heta niha zerara topbaranê nayê zanîn

Serepeyv