Hezîran 29, 2022 19:24 Asia/Tehran
  • Endamê payebilind ê YNK'yê: Meseleya serokkomartiya Iraqê dê di çend rojên bê da were çareserkirin

Endamê payebilind ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) tekezî li ser çareserkirina meseleya serokkomartiya Iraqê di heyama çend rojên bê da kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Kanala El-Etcaha Iraqê, Xiyas Sûrçî endamê payebilind ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) got: Bafil Talebanî, serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) bi armanca derketina ji asêgeha niha li Iraqê û damezirandina dewleta nû ya vî welatî di gel rêberên Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan, Hevpeymaniya Ezmê û Babiliyonê li mala Celal Talebanî rêberê mirî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) civiya.

Sûrçî got: Di hevdîtinên Bafil Talebanî û rêberên navbirî da tekezî li ser çareserkirina herî bileztir a meseleya damezirandina dewleta nû ya Iraqê hat kirin; Loma biryar e di çend rojên bê da dema lidarxistina meclîsa Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar were tayînkirin.

 

 

Serepeyv