Hezîran 25, 2022 18:09 Asia/Tehran
  • Nûnerê kurd ê Parlemana Iraqê: PDK û YNKê lihevkirinên baş bi dest xistine

Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Parlemana Iraqê got: PDK û YNKê di warê danasîna bijardeya serokkomartiya Iraqê lihevkirinên baş bi dest xistine.

Şerîf Silêman, Nûnerê kurd ê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li parlemana Iraqê bi gotina vê yekê ku PDK û YNKyê derbarê danasîna berendamê serokkomartiya Iraqê lihevkirinên baş bi dest xistine, got: Gotûbêjên navbera PDK û YNKyê gihîştine qonaxên pêşketî.

Pêştir Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandibû ku ew ê ji bilî Berhem Salih berendamekî din ji bo posta serokkomartiya Iraqê nede nasandin.

Lê Aras Şêx Cengî endamê berê yê rêbertiya YNKyê tekez kir ku ev partî divê dest ji rik û serhişkiyê bikişîne û berendamekî din bi razîbûna PDKê ji bo serokkomartiyê bide nasandin.

Ji aliyê din va, endamê Hevpeymaniya Fetihê got: Di rojên bê da em ê şahidê hewldan û tevgerên giştalî ji bo lezandina damezirandina hikûmeta nû ya Iraqê bibin.

Elî Fetlawî di gotûbêja di gel Baghdad Al-Yawmê da bi gotina viya ku di rojên bê da dê hewildan û tevgerên giştalî ji bo gotûbêja di navbera hemî partiyên siyasî yên Iraqê pêk bên, got: Hemî partî û tevgerên siyasî di van hewildanan da bi armanca lezandina damezirandina hikûmeta nû ya Iraqê dê beşdar bibin.

Fetlawî derbarê îhtimala hevdîtina navbera Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan û Hewlêrê jî got: Îhtimala serdana Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan bo Hewlêrê heye.

Di rojên dawiyê da bi derketina Tevgera Sedir ji pêvajoya siytasî ya Iraqê asêbûna siyasî li vî welatî girantir bûye; Lê karzan bawer in ku di atmosfera nû da koma nasyar bi Hevahengiya Şîeyan a Iraqê xwedan mewqiyeke baştir e.

Serepeyv