Hezîran 20, 2022 17:30 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê Mesûd Barzanî: Çarçoveya Hevahengiyê ji bo damezirandina dewleta nû divê Tevgera Sedir razî bike

Şêwirmendê rêberê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez kir: Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê eger bixwaze dewleta nû damezirîne, divê Tevgera Sedir razî bike.

Erefat Kerem li ser twîtera xwe nivîsî: Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê eger bixwaze dewleta nû damezirîne, divê Tevgera Sedir razî bike.

Kerem di twîta xwe da hişyarî da, damezirandina dewletê ji aliyê Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê va bêyî razîkirina Tevgera Sedir dibe sebeb ku alîgirên vê tevgerê dewletê hilweşînin.

Endamekî din ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî hin bijarde raberkirin ku di rewşa nekarî Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ji bo damerzirandina dewleta nû ya Iraqê da, dibe ku ev partî wan bi kar bîne.

Subhî El-Mendelawî di hevpeyivîneke televîziyonî da got: Eger Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê nekare dewletê damezirîne, an eger bêyî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) vê dewletê damezirîne, vê partiyê dê gelek bijarde hebin ku wan bi kar bîne.

Hevdem Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê bi rêberiya Nûrî Malikî qala tevgerên parlimanî ji bo lidarxistina civîna awarte bo dengdana bo dewsgirên nûnerên istîfakirî yên Tevgera Sedir kir.

 

Muhemed Sehyûd endamê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê got: Ji bo lidarxoistoina civîna awarte pêwîstî bi berhevkirina 50 îmzeyên nûneran heye û hejmara nûnerên Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê zêdetir ji vê ye.

Sehyûdî got: Niha hin tevger ji bo berhevkirina îmnzeya nûnerên Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê ji bo lidarxistina civîna awarte ya parlimanê ji bo dengdana bo kesên dewsgirê nûnerên istîfakirî û sondxwarina van kesan didome.

 

 

Serepeyv